NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇÊRMÛG Û ÇUNGÛŞÊ AVÊN ÇEM Û KANÎYAN WÊ JI BO ÇANDINÎYÊ BÊ BIKARANÎN

Li navçeyên Çêrmûg û Çungûşê ava çem û kanîyan ku bi erdê de diherikin wê bi çêkirina cuhok û qenalên avê wê ji bo avdana çandinîyê were bikaranîn.

LI ÇÊRMÛG Û ÇUNGÛŞÊ AVÊN ÇEM Û KANÎYAN WÊ JI BO ÇANDINÎYÊ BÊ BIKARANÎN

Li navçeyên Çêrmûg û Çungûşê ava çem û kanîyan ku bi erdê de diherikin wê bi çêkirina cuhok û qenalên avê wê ji bo avdana çandinîyê were bikaranîn.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Gundan a Şaredarîya Bajarê Amedê, bi protokola ku bi Midûrîyeta Pêşvebirina Herêmî ya GAPê re îmzekirin, wê ava çem û kanîyên ku çavkanîyan ji bin erdê tê, ji bo bêkêr û berhewa neherike, bi çekirina qenalên avdanîyê wê bidin xizmeta cotkarên Çêrmûg û Çungûşê.

Di çarçoveya projeyê de ji bo av bi temamî bighîje hemû taxên navçeyan û ji cotkaran re bikêr were, wê qenalên sergirtî û qenalên servekirî bên çêkirin.

Di çarçoveya projeyê de wê li taxên Sinek, Elîfuşağı, Aşağı Şeyhler, Încili, Bademli, Şeyhandede û Gozeller ên navçeya Çêrmûgê wê qenaleke trapez a 14 hezar û 500 metreyî bê çêkirin.

Li navçeya Çungûşê jî wê li taxên Şahabezî, Oyûklû, Malkaya, Elmadere, Seferûşagi, Degîrmensûyû, Avût, Akbaşak, Atalar û Balcilarê jî, 16 hezar û 880 metre borîyên avê wên bicîh kirin û her wiha wê hezar û 350 metre qenala trapez bê çêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.