NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇÊRMÛGÊ SIWAREYEK QELIBÎ! 1 JÊ ZAROK 2 KES MIRIN

Li Çêrmûgê siwareyek ji rê derket û qelibî, hat ragihandin ku di encamê de bi tevlê zarokan mirî û birîndar hene.

LI ÇÊRMÛGÊ SIWAREYEK QELIBÎ! 1 JÊ ZAROK 2 KES MIRIN

Li Çêrmûgê siwareyek ji rê derket û qelibî, hat ragihandin ku di encamê de bi tevlê zarokan mirî û birîndar hene.

Li gor agahîyan, siwareya ku ji bo herin hemamê diçû Çêrmûgê  li ser rêya taxa Başarirê ya navçeya Çêrmûga Amedê ji kontrola ajokar derket û qelibî.

Di siwareya ku li rexê qelibî de ajokar Mehmet Can, Mûsa, Îsmaîl, Ûmût û Emîrhan Gedîk û Azad Kuçukdal birîndar bûn.

Tîmên agirtefê kesên di siwareyê de asê mabûn derxistin û ji alîyê tîmên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyê.

Ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê ajokar Mehmet Can Gedîk û Emîrhan Gedîk ê 10 salî digel hemû mudaxeleyan, jîyana xwe ji dest dan. 4 birîndarên ku dermankirina wan berdewam e jî xetereya jîyana wan heye. Derrbarê qezayê de lêpirsîn da dest pê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.