GÜNDEM

LI ÇEWLÎGÊ OTOBUSA RÊWÎYAN QELIBÎ: 12 BIRÎNDAR

Li Çewlîgê otobusa rêwîyan qelibî, di encama qezayê de gelek kes birîndar bûn.

LI ÇEWLÎGÊ OTOBUSA RÊWÎYAN QELIBÎ: 12 BIRÎNDAR

Li Çewlîgê otobusa rêwîyan qelibî, di encama qezayê de gelek kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan li gundê Çobantaşîyê li ser rêya Çewlîg-Kanîreşê, ji ber barîna berfa zêde ji kontrola ajokar derket û qelibî. Ekîbên tenduristîyê û cendirme sewqê cîhê qezayê bûn. Di encama lêkolîna ekîban de hat tespîtkirin ku 12 rêwîyên otobusê birîndar bûne. Hat dîyarkirin ku birîndarên rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê rewşa wan baş e. Rayedaran hişyarî da şofêran ku ji leza zêde dûr bikevin û ji ber barîna barana zêde û barîna berfê hemû tedbîrên pêwist bigrin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.