NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇINARÊ DI HEYAMA RAKIRINA TRAFOYÊN SEYAR DE RAGEŞÎ DERKET

Li navçeya Çinarê, di heyama ku tîmên DEDAŞê trafoyên seyar radikirin de rageşî derket.

LI ÇINARÊ DI HEYAMA RAKIRINA TRAFOYÊN SEYAR DE RAGEŞÎ DERKET

Li navçeya Çinarê, di heyama ku tîmên DEDAŞê trafoyên seyar radikirin de rageşî derket.

Tîmên Şrîketa Belavkirina Ceyranê (DEDAŞ) meha borî li gundê Yaprakbaşi û Dûzova yên navçeya Çinarê ya Amedê 13 trafoyên ku hat tespîtkirin neqanûnî ne hatibûn rakirin.

Ekîbên ku li herêmê xebatên xwe didomînin, vê carê trafoyên seyar ên ku di kamyon, pîkap û sindoqên traktoran da hatibûn bicihkirin dîtin.

Di bin kontrola cendermeyan de tîmên DEDAŞê çûn herêmê û trafoyên seyar rakirin. Di wê heyamê de, di navbera hemwelatî, tîmên DEDAŞ û Cendermeyan de rageşî derket. Piştê xebateke dem dirêj, trafoyên seyar ku li qadeke berfireh hatibûn bicîh kirin hatin berhev kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.