NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇINARÊ DI NAV PISMAMAN DE ŞERÊ BI ÇEK! 1 MIRÎ

Li navçeya Çinarê di encama şerê çekdarî yê di navbera pismamên hev de kesek mir û yek jî birîndar bû.

LI ÇINARÊ DI NAV PISMAMAN DE ŞERÊ BI ÇEK! 1 MIRÎ

Di bûyera ku duh êvarê li ser rêya gundê Yûwacix a navçeya Çinarê ya Amedê qewimî de nîqaşa ku di navbera pismamên hev de dest pê kir veguherî şerê çek.

 

Di şer de K.A. (16) û A.A. birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û cendirme sewqê cîhê bûyerê bûn. Piştê midaxaleya ewil a ekîbên tenduristîyê birîndaran rakirin nexweşxaneyên Çinar û Amedê.

 

K.A. yê ku rewşa wî giran bû tevê hemû midaxaleya bijîjkan jîyana xwe ji dest da. Hat dîyarkirin ku rewşa A.A. jî girane û metirsîya jîyana wî didome. Lêpirsîna derbarê bûyerê de hat destpêkirin berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.