NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇINARÊ TEKERÊ KAMYONÊ TEQÎYA Û BÛ SEDEMA QEZAYÊ

Li navçeya Çinarê, tekerê kamyoneke ku dema di rê de diçû teqîya, bû sedema qezayê.

LI ÇINARÊ TEKERÊ KAMYONÊ TEQÎYA Û BÛ SEDEMA QEZAYÊ

Li navçeya Çinarê, tekerê kamyoneke ku dema di rê de diçû teqîya, bû sedema qezayê.

Di bûyera ku li Taxa Beşpinarê ya navçeya Çinarê ya Amedê pêk hat de lastîka kamyonekê teqîya û janta teker pekîya ser rê. Di heman demê de ajokarê siwareyê hewl da ku ji bo li jant neqelibe, kontrola siwareyê winda kir û li diwarek qelibî.

Li ser agahdarkirina qezayê, ekîbên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê bûn. Di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn. Birîndaran ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.