NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DÎLOKÊ DI KARGEHEKÊ DE ŞEWAT DERKET! 10 KARKER JI DÛMANÊ ÊŞÎYAN

Li Dîlokê di febrîqeyê de şewat derket. 10 karkerên ku ji dûmanê êşîyan, rakirin nexweşxaneyê.

LI DÎLOKÊ DI KARGEHEKÊ DE ŞEWAT DERKET! 10 KARKER JI DÛMANÊ ÊŞÎYAN

Li Dîlokê di febrîqeyê de şewat derket. 10 karkerên ku ji dûmanê êşîyan, rakirin nexweşxaneyê.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Dîlokê di 5emîn Herêma Pîşesazîya Organîzeyê de, danê nîvro di kargeheke ku tê de berhemên tenduristîyê tên hilberandin şewat derket.

Şewata ku ji ber sedemeke nedîyar derket, di demeke kin de mezin bû û kargeh dorpêç kir. Tîmên agirtefê ji bo vemirandina şewatê xebat dan dest pê kirin û 10 karkerên ku ji dûmanê êşîyabûn jî sewqê nexweşxaneyan hat kirin.

Hat hînbûn ku rewşa tenduristîya 10 karkeran baş e. Tîmên agirtefê piştê xebata 5 demjimêran, şewat kontrol kirin û xebatên sarkirinê dest dan destpê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.