NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DÎLOKÊ JI BER AVAHÎYÊN KU HILWEŞÎYAN 21 KES HATE GIRTIN

Di lêpirsîna derbarê avahîyên ku li Dîlokê ji ber erdhêja Mereşê de hilweşîyan de 21 kes hatin girtin. Li Mereşê di 6ê sibatê da 2 erdhêjên mezin çêbûn û li Dîlokê jî gelek avahî hilweşîyan.

Li bajarê ku bi hezaran kes lê jîyana xwe ji dest dan, ji alîyê Serdozgerîya Komarê ve derbarê avahîyên di erdhêjê de hilweşîyan, lêpirsîn hat destpêkirin û 45 gumanbarên ku berpirsyarê avahîyên ku hilweşîyan bûn hatin binçavkirin.

Ji gumanbarên ku piştê karên li midûrîyeta polêsan sevqê edlîyeyê hatin kirin, 21 kes ji alîyê dadgeha nobedar ve hatin girtin û wan birin girtîgehê. Ji gumanbaran 13 jê bi şertê kontrola edlî, 15 kes hatin berdan û 9 kes jî hê di binçavan da ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.