GÜNDEM

LI DÎLOKÊ JINA KU KESÊ PÊ RE NÎQAŞ KIR KUŞTIBÛ HAT GIRTIN

Mevlûde B. ya ku li Dîlokê bi kêrê li Îbrahîm Patlar da bû û kuştibû, hat girtin û şandin girtîgehê.

LI DÎLOKÊ JINA KU KESÊ PÊ RE NÎQAŞ KIR KUŞTIBÛ HAT GIRTIN

Mevlûde B. ya ku li Dîlokê bi kêrê li Îbrahîm Patlar da bû û kuştibû, hat girtin û şandin girtîgehê.

Bûyer şeva berê li Taxa Kozanlîya navçeya Şahînbeyê şevê qewimî. Hat îddîakirin ku Mewlûdê B. yê ku bi Îbrahîm Patlar re niqaş kir, li sînga wî derb kir û li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Patlar piştê karên ku li Sazîya Tipa Edlî ya Dîlokê bi dawî bûn, hat definkirin. Gumanbara cinayetê Mewlûde B. ya ku piştê bûyerê hat girtin, sewqê edlîyeyê hat kirin.

Mewlûde B. di îfadeya xwe de dîyar kir ku de demek dirêje wê û Îbrahîm Patlar li hevnedikirin û îdîa kir ku piştê nîqaşê Îbrahîm li wê xistîye.

Her wiha anî ziman ku dema ji bo xwe biparêze kêr xistîye destê xwe û di wê heyamê de kêr rastê wî hatîye. Meqseda wê ne kuştinbûye û poşman bû ye. Mewlûde B. hat girtin û şandin girtîgehê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.