NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DÎLOKÊ JINEK JI ALÎYÊ HEVSERÊ XWE VE HAT QETILKIRIN

Li Dîlokê kesekî hevjîna xwe ya li ber hevdûberdanê bû, li nîvê kuçeyê qetil kir.

LI DÎLOKÊ JINEK JI ALÎYÊ HEVSERÊ XWE VE HAT QETILKIRIN

Li Dîlokê kesekî hevjîna xwe ya li ber hevdûberdanê bû, li nîvê kuçeyê qetil kir.

Li gor agahîyan, bûyer şeva borî di derdora demjimêr 23.00an de li Taxa Zeytînlî ya navçeya Şehîtkamilê ya Dîlokê qewimî. Tê îdiakirin ku Nazım Ö. û hevjîna wî Dîlek Ö ya ku li ber hevdûberdanê ye, li nîvê kuçeyê nîqaş kirin.

Nazim O, bi tivinga pompeyî gule berda hevjîna xwe. Ekîbên tenduristîyê hatin cîyê bûyerê û tespît kirin ku Dîlek O, jîyana xwe ji dest da ye. Cenazeyê jina mirî ji bo otopsîyê birin morgê û qatilê ku ji cîyê bûyerê revîya jî hat girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.