NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DÎLOKÊ KESEK HEVJÎNA XWE YA MERHKIRÎ Û KURÊ WÊ KUŞT

Gumanbarê ku li Dîlokê hevjîna xwe ya merhkirî û kurê wê kuşt hat binçavkirin.

LI DÎLOKÊ KESEK HEVJÎNA XWE YA MERHKIRÎ Û KURÊ WÊ KUŞT

 

Gumanbarê ku li Dîlokê hevjîna xwe ya merhkirî û kurê wê kuşt hat binçavkirin.

 

Di bûyera ku li navçeya Şahînbey a Dîlokê qewimî de di navbera Cemal Y. û hevjîna wî ya merhkirî Gulhan Korkmaz û kurê Korkmaz Kasim Akkurt de ji ber nakokîya erd nîqaş derket.

 

Piştê ku nîqaş dirêj û mezin bû, Cemal Y. bi çeka pê re gule bera Korkmaz û Akkurt da. Ekîbên polês û tenduristîyê ku li ser agahdarkirinê sewqê cîhê bûyerê bûn, tespîtkirin ku Korkmaz û Akkurt jîyana xwe ji dest dane.

 

Cenazeyên dayik û kur piştê karên otopsîyê yên li Sazîya Tiba Edlî, radestê xizmên wan kirin. Tîmên polêsan Cemal Y. binçav kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.