NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DÊRSIMÊ MIROVÊ KU MOZAN PÊVEDA JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Dêrsimê Kenan Duman ê ku gelek mozên hingiv pêvedabû jîyana xwe ji dest da.

LI DÊRSIMÊ MIROVÊ KU MOZAN PÊVEDA JÎYANA XWE JI DEST DA

Bûyer li mezraya Konakê ya girêdayê Dêrsimê ye qewimî. Kenan Duman ê 55 salî, îsal piştê ku ji Midûrîyeta Perwerdeya Neteweyî ya bajêr teqawît bû dest bi karên mozan kir. Dûman, di heyama ku kewara mozan sewqê devereke din dikir de kewarek qelibî û ket erdê. Li gor agahîyan Duman ê ku rastê êrîşa komek mozan hat, digel israra kesên pê re ku wî rakin nexweşxaneyê, ew bi tena serê xwe li siwareya xwe siwar bû kete rê. Piştê demekê Duman di siwareyê de bêhal û ji xwe çûyî dîtin û gazî ekîbên tenduristîyê kirin. Li nexweşxaneyê digel hemû mudaxeleyan Kenan Dûman jîyana xwe ji dest da. Cenazeyê Duman ji bo otopsîyê rakirin morga nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.