NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DERÎYÊ GUMRÎKÊ YÊ XABÛRÊ METAMFETAMÎNA AVÎ HAT DESTESERKIRIN

Li Xabûrê di kamyonek de 345 kîlo metamfetamîna avî ku nêzê 655 milyon lîreye, hat desteserkirin.

LI DERÎYÊ GUMRÎKÊ YÊ XABÛRÊ METAMFETAMÎNA AVÎ HAT DESTESERKIRIN

Di operasyona ku li Derîyê Gumrikê yê Xabûrê hat kirin de metamfetamîna avî hat bidestxistin.

 

Li gor daxuyanîya nivîskî ya ku ji alîyê Wezareta Bazirganîyê ve hat dayîn, kamyoneke av barkirî ya ku dixwest ji Derîyê Gumrikê yê Xabûrê derbasê Tirkîyeyê bibe, li ser şikbarê sewqê x-rayê hat kirin.

 

Kamyona ku barekî bi guman lê hat tesbîtkirin birin hengara lêgerînê. Di nimûneyên ku ji kamyonê hat girtin û ceribandin de metamfetamîn hat dîtin. Tiryaka ku giranîya wan 345 kîlo ye û buhayê bazarê jî 655 milyon lire ye hat desteserkirin. Gumanbar hatin binçavkirin û lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Silopîyayê ve derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.