NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DERÎYÊ SÎNOR Ê XABÛRÊ BELGEYA SKANDALÊ DERKET HOLÊ!

Belgeya skandala li Derîyê Sînor ê Xabûrê derket holê. Ji her wesayitên Herêma Kurdistanê û ji her welatîyekî ku di derîyê gumrikê re derbas dibe 200 lîre pere ji wan tên stendin.

LI DERÎYÊ SÎNOR Ê XABÛRÊ BELGEYA SKANDALÊ DERKET HOLÊ!

Belgeya skandala li Derîyê Sînor ê Xabûrê derket holê. Ji her wesayitên Herêma Kurdistanê û ji her welatîyekî ku di derîyê gumrikê re derbas dibe 200 lîre pere ji wan tên stendin.

Hat ragihandin ku welatîyên ku dîyar kirin pereyên ku ji wan distînini bi çi sedemê û ji bo çîye, bi zelalî nehatine dîyarkirin. Ji wan re hatîye dîyar kirin ku ji bo erdhêjê bexşan berhev dikin. Li ser begleyên hatine dayîn Komeleya Alîkarîya Civakî û Piştevanîya Çanda Civakî ya Şirnexê hatîye nivîsandin. Bi vê belgeyê derket holê ku pereyê ku ji welatîyan wekî alîkarîya erdhêjê hatîye komkirin, derket holê ku cureyekê bexşê ye.

Di dema ku divîyabû alîkarî bi dilxwazî ​​be, wergirtina mecbûrî ya alîkarîyên welatîyên Herêma Kurdistanê ya li derîyê sînor ê Xabûrê, bû sedema bertekan. Welatîyên Kurdistanê ku dîyar kirin wesayîtên rêveberîya Kurdistanê bi fermaneke cuda hatine girtin û tenê ji wan pere hatine wergirtin û dibêjin ew li dijî  vê rewşê matmayî mane. Welatîyên Kurdistanê ku rastê vê rewşê hatine, dixwazin gavek berê gavekê rayedar dest bavêjin vê skandal û sosretê û li benda çareserîyekê ne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.