NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIBISTANÊ BI DESTÛRA MEQAMÊN FERMÎ PROPAGANDAYA SÎYASÎ!

Hat dîyarkirin ku li bajarê Aydinê Mudûrîya Perwerdeya Netewî, ji bo propagandaya sîyasî li dibistana seretayî destûr da pankarta wêneyê Erdogan û Bahçelî. Hat dîyarkirin ku Qeymeqamê Efelerê Îlker Arîkan li ser nameya Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Efelerê Hakan Ozcan, destûr daye dibistana ku wêneyê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan û pankarta bi logoya MHP'ê lê hatîye daliqandin.

Li gor nûçeya Rojnameya Cumhurîyetê, Serokê Egîtîm-Îşê Kadem Ozbay bertek nîşanê vê rewşê da ye û gotîye: “Ji bo em ders û îbretê jê hilînin, ev yek mînak e ku ev zîhnîyet ji bo emelên xwe yên sîyasî ji xwarina fitarîyê bigrin, hem dîn û hem jî perwerdehîyê bê şerm û fedî bikartînin. Ev rezîlî bi bêdengîyê ser nayê nuxumandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.