GÜNDEM

LI DIHÊ YA SÊRTÊ KORÛCÛYAN ŞER KIRIN! 1 MIRÎ

Li navçeya Dihê di navbera korûcûyan de şer derket, di encama şer de korûcûyek hate kuştin.

LI DIHÊ YA SÊRTÊ KORÛCÛYAN ŞER KIRIN! 1 MIRÎ

Li gor nûçeyê ajansa Mezopotamyayê, Li gundê Reşîne yê girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê li noxteya korûcûyan di navbera M.E.S. û Mehmet Yilmaz (25) de nîqaş derket.

Hate dîyarkirin ku piştî nîqaş veguherî şer, M.E.S., Yilmaz kêr kirîye. Yilmaz ê giran birîndar bûyî, ji alîyê tîmên tenduristîyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê. Yilmaz tevî hemû mudaxileyan li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.  Cenazeyê Yilmaz ji bo kirarîyên otopsîye birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Sêrtê. Korucû M.E.S. jî hatîye binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.