NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ AÎDATÊN ZEHF DI QANÛNA XANÎYAN DE XEBAT DEST PÊ KIR

Li Tirkîyeyê li ser pirsgirêka aîdatên zehf ên sîteyan ku her diçe zêde dibe, Wezaretên Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê, Edalet û Karên Navxweyî ji bo guhertina Qanûna Avahîyê dest bi xebatê kirin.

LI DIJÎ AÎDATÊN ZEHF DI QANÛNA XANÎYAN DE XEBAT DEST PÊ KIR

Pisporê Hiqûqa Sivîl Doçent Ali Hulki Cîhan derbarê rêziknameya nû ya yasayî ya ku ji hêla sê wezaretan ve ji bo rê li ber zêdekirina aîdatên giran hatîye girtin, agahî da û got ku Qanûna Xanî di sala 1965an de hatîye amadekirin û heta îro hin zêdekirin hatine kirin, lê belê qanûna niha têra hewcehîyan nake.

Cîhan, anî ziman ku qanûn avahîyên biçûk digire nava xwe û wiha got: "Bi rêziknameya di sala 2008'an de di derbarê xanîyan de 9-10 xal hatin zêdekirin, lê ev têr nekir.

Qanûna Xanî ya ku li gorê hewcedarîyên salên 1965’an hate amadekirin, êdî demborî bûye û di vê wateyê de rêziknameyek nû pêwîst e.

Pêwîst e ev qanûn ji alîyê pisporan ve bi taybetî di sîteyan de bi awayekî ku cîhê pirsan nehêle, bê amadekirin.

Ez dibînim ku pêdivî ye ku kontrolek serbixwe were kirin.

 Cîhan bal kişand ser wê yekê ku divê niştecîhên sîteyê li hember xeletîyên îdarî hesastir bin û got ku xwedîyên xanîyan têra xwe tevlê rêveberîyê û biryarên wan nabin û naşopînin. Cîhan, dîyar kir ku li tevahîya welat bi zêdebûna kirêyan re aîdat jî zêde bûne û destnîşan kir ku di vê wateyê de rêgezek li ser aîdatan bê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.