NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ BEHÎSA DERQANÛNÎ LI AMED Û GELEN BAJARAN OPERASYON

Li Amedê di operasyona behîsên derqanûnî de 15 gumanbar hatin binçavkirin.

LI DIJÎ BEHÎSA DERQANÛNÎ LI AMED Û GELEN BAJARAN OPERASYON

 

Di çarçoveya lêkolîna ku ji alîyê Midûrîyeta Emnîyetê ya Bajar ve hat destpêkirin de hat dîyarkirin ku rêxistina ku navenda wan Amed e di bin navê behîsên "metaverse" de li gelek bajaran bi taybetî li Stenbolê ji ser înternetê behîsên sanal çêkirine.

Di encama lêkolînan de rêxistina sûcê sanal ku ji alîyê serokê rêxistinê ve di bin navê "behîsên dîjîtal" de hatîye avakirin, derket holê ku di hesabên ku behîsên derqanûnî lê hatine kirin de zêdeyê 2 milyon lîre tevgera pere heye.

Di operasyona "Setup"a ku hemwext li dijî gumanbaran hat kirin de 15 kes hatin binçavkirin.

Di serdegirtina mal û kargehên gumanbaran de telefonên destan, SIM kart û hard dîskên gumanbaran hatin bidestxistin.

Li alîyê din li bajêr di çarçoveya operasyona behîs a derqanûnî ya ku di bin kordînasyona Midûrîyeta Şaxa Ewlekarîya Cemawer da hat kirin de 40 înternet kafe û cîhên kar ji alîyê 65 ekîban ve hatin kontrolkirin.

Derbarê 276 kes de di GBT'ê de kontrola wan hat kirin û înternet kafeyên bê ruxset hatin mohrkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.