NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ BIHAYÊ GARIS NERAZÎBÛN! “DIVÊ HIKÛMET BIHAYÊ GARIS JI NÛ VE SERERAST BIKE”

Ofîsa Berhemên Erdê (TMO), bihayê kirîna tonek garis wek 6 hezar lîre dîyar kir.

LI DIJÎ BIHAYÊ GARIS NERAZÎBÛN! “DIVÊ HIKÛMET BIHAYÊ GARIS JI NÛ VE SERERAST BIKE”

Ofîsa Berhemên Erdê (TMO), bihayê kirîna tonek garis wek 6 hezar lîre dîyar kir.

Li dijî vê biryarê bertek hat nîşandan. Serokê Odeya Zîraetê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglû û Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, ji bo balê bikşîne ser bihayê garis û pirsgirêkên cotkaran, civîna çapemenîyê li darxist.

Di daxuyanîyê de bang li hikûmetê hat kirin ku divê bihayê garis ji nû ve were sererast kirin. Îskenderoglû jî di axavtina xwe de dîyar kir ku bi vê bihaya ku hatîye eşkere kirin re, çandinî jî hatîye qedandin û wiha got, “Hilberînerên garis, xwîn digrîn. Sala borî TMO tona garis bi 5 hezar û 700 lîre dikirî, di pîyaseya serbest de bi 5 hezar û 500 lîre dihat firotin.

Îsal jî TMO, bihayê garis wek 6 hezar lîre eşkere kir. Lê di pîyaseya serbest de derdora 4 hezar û 800 lîre ye. Ev yek jî tê wateya ku cotkarî qedîya ye. Ez dixwazim bang li wezareta Çandinîyê bikim; bi qasê zem û zêdekirina li bihayên tov, ceyran, mazot û derman tê kirin, em jî ewqas zemê dixwazin. Bi vê pîvanê ger biha were dîyar kirin, divê tona garis bi 10 hezar lîre werbigrin. Pêwîst e hikûmet piştgirîya cotkaran bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.