NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ DEM PARTÎYÊ LI AMEDÊ OPERASYON! 3 BINÇAVKIRIN

Li Amedê danê sibehê operasyonên li dijî endamên DEM Partîyê hate lidarxistin, li gor agahîyan 3 kes hatin binçavkirin.

LI DIJÎ DEM PARTÎYÊ LI AMEDÊ OPERASYON! 3 BINÇAVKIRIN

 

Li Amedê danê sibehê li gelek navnîşanan operasyonên hemwext hatin lidarxistin.

Di operasyonan de Endamên Meclîsa Ciwanan a Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) û xwendekara zanîngehê Peyam Kutlu, Eyûb Hekîmoglu û Bêrîvan Nergiz hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku 3 kesên hatin binçavkirin ji bo îfadeya wan bigirin, birin Midûrîyeta Polêsan a Bajêr. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn û tê payîn ku di operasyonan de hejmara binçavkirinan zêde bibe.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.