NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ DIZÎYA LI AVAHÎYÊN BIXESAR OPERASYON! 12 DIZ HATIN GIRTIN

Li Amedê polêsan li dijî dizên ku dikevin avahîyên ji ber erdhêjê xesar tê de çêbû ye ku niştecî jê hatine valakirin, operasyon li dar xist.

LI DIJÎ DIZÎYA LI AVAHÎYÊN BIXESAR OPERASYON! 12 DIZ HATIN GIRTIN

Mal û kargehên ku ji ber erdhêjê xisar lê hatîye û kes lê najîn, bûye navenda dizan Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erxenîyê ve hatîye kirin de, ekîbên Midûriyeta Şaxa Ewlehiya Giştî ya Midûriyeta Ewlekariya bajêr, diyar kirin ku komeke ji 13 kesan ku di nav wan de jin jî hene, li Amedê avahiyên xerabûyî kirine hedef û ji mal û cihên kar ên hatine valakirin diziyê kirine. Di operasyonê de 13 şikbar hatin binçavkirin. Polîs bi dedektorê li navnîşanan li zêran geriyan. Zêrên ku di bexçeyê de hatine veşartin hat dîtin. 13 şikbar piştê karên wan ên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin, ji gumanbaran 12 kes hatin girtin, 1 jê bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.