NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ KOMA GEF LI AMEDSPOR XWARIBÛ SERLÊDANA SÛC HAT KIRIN

AMED, DİYARBAKIR, NÛÇEYÊN AMEDÊ, AMED HABERLERİ, DİYARBAKIR HABERLERİ, AMED RADYO TV, AMED RADYO, AMED TV, BÖLGE HABERLERİ, SON DAKİKA AMED SPOR HAKSİZLİK , GÜNDEM, Derbarê koma ku bi zimanê nefretê gef li Amedspor û alîgirên INwê xwaribû

LI DIJÎ KOMA GEF LI AMEDSPOR XWARIBÛ SERLÊDANA SÛC HAT KIRIN

Derbarê koma ku bi zimanê nefretê gef li Amedspor û alîgirên INwê xwaribû, serlêdana sûc hat kirin.

Parêzerên Komeleya Azadîyê (OHD) a Şaxa Amedê, derbarê koma '68 Ergenekon' a ku berîya maça Aksaray Beledîyespor a ku wê bi Amedspor re di 17'ê Îlonê roja Yekşemê de bilîzin, gef li Amedspor û alîgirên Amedspor xwaribû, serlêdana sûc kir. Komeleya Alîgirên Ergenekonê ya 68an, di daxuyanîya xwe ya bi sernavê "Parastina Bajêr" de wiha gotibû: "Em naxwazin li bajarê xwe forma û cil û bergên Amedsporê bibînin.” Bi awayekê vekirî gef li Amedsporê û alîgirên wê xwar û gotibûn, "Eger li bajarê me tilîlî, slogan, pêkhate yan jî komên ku li bajarê me bibin sedema bûyeran, em ê raste rast mudaxeleyê bikin.

" Komeleya Azadîyê ya Şaxa Amedê, di daxuyanîya xwe de wiha got, "Komeleya me derbarê kesên ku ev nivîs parvekirine ji ber sûcên 'Gef, teşwîqkirina sûc', 'Bi sûcên bi awayekê eşkere, raya giştî ber bi kîn û dijminatîyê ve tehrîk dikin’ û 'rûreşîyê' dikin, me serlêdana sûc kir.”

 

 

ÇÎNÎ YÊN KU JI MIZGEFTA ALÎ PAŞA HATIBÛ DIZÎN PIŞTE 20 SALAN HAT DÎTIN

Perçeyên çînî yên ku ji Mizgefta Alî Paşa ya Amed hatibûn dizîn piştê 20 salan hatin dîtin. Wezareta Çand û Tûrîzmê daxuyand ku li navçeya Sarîyera Stenbolê 136 perçeyên çînî yên ku di sala 2004an da ji Mizgefta Alî Paşa ya Amedê hatibûn dizîn hatine dîtin. Wezaretê di daxuyanîya xwe de wiha got, "Li Sarîyera Stenbolê di 8ê îlonê de 136 perçeyên çînî hatin bidestxistin.

Mizgefta Alî Paşa ya ku di salên 1534-1537an de li ser daxwaza Walîyê Amedê Alî Paşa ve ji alîyê Mîmar Sînan ve hatibû çêkirin, yek ji mizgeftên ku di erdhêja 6ê Sibatê de zirar dîtine de ye. Perçeyên çînî yên Mizgefta Alî Paşa, di çarçoveya restorasyonê de dîsa wê li cîhê xwe bên danîn.”

WEZÎRÊ TENDURISTÎYÊ RAGIHAND KU LI TIRKÎYEYÊ CUREYA ERÎS RÛ DA YE

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ragihand ku cureya Eris a vîrusa koronayê li Tirkîyeyê hatîye dîtin. Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got:

“Ev geşedaneke ku ne mijara fikarê ye. Di ceribandinên ku li Laboratûwara Referansê hat kirin de cureya Erisê ya ku em dizanin hêza nexweşxistina wê kêm e, di 9 kesan de hat dîtin. Têkilîyên wan bi derveyê welat de re hene û li heman bajarê ne. Em ê bi tedbîran jîyana xwe ya rojane bidomînin. Rewş li welatên din hevpar e û îhtîmal bû ku li me jî çêbibe. "Em ê kal û pîrên xwe û nexweşên kronîk biparêzin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.