GÜNDEM

LI DIJÎ XEBATÊN DI BAXÇEYÊN HEWSELÊ DE GILÎYÊ SÛC KIRIN

Rêxistinên Sazîyên Sivîl derbarê xebatên li Baxçeyên Hevselê yên Amedê ku di sala 2015'an de daxilê navmîrateya 14'emîn a Tirkîyeyê hatîye kirin û di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê de ye, serlêdana sûc kirin.

Hevserokê Odeya Endezyarên Çandinîyê (ZMO) yê Şaxa Amedê Abdûssamed Ûcaman û Sekreterê Odeya Plansazên Bajêr (ŞPO) yê Şaxa Amedê Mahmût Ozkeskîn dîyar kirin ku xebatên hatîye kirin li dijî hiqûqê ye û wê qada çandinîyê ya li Baxçeyên Hevselê wê bikeve xeterîyê. Ûcaman, dîyar kir ku ew ê li dijî vê rûxandinê serî li hemû sazîyên fermî bidin û wiha got, “Hewl didin qadeke rantê ava bikin. Em ê di vê warê de ji her alî ve nerazîbûnên xwe bilind bikin. Tişta ku ew dikin sûcê li dijî bajêr e, îstîsmarkirina wezîfeyê ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.