NÛÇEYÊN KURDÎ

LI EDENE Û DÎLOKÊ DIBISTAN DI 13Ê ADARÊ DE VEDIBE

Li Edene û Dîlokê ya ku di erdheja 6ê Sibatê ya navenda wê Mereş de bandor lê kir, pêvajoya perwerdeyê di 13ê adarê da dest pê dike.

LI EDENE Û DÎLOKÊ DIBISTAN DI 13Ê ADARÊ DE VEDIBE

Li Edene û Dîlokê ya ku di erdheja 6ê Sibatê ya navenda wê Mereş de bandor lê kir, pêvajoya perwerdeyê di 13ê adarê da dest pê dike. Walîyê Dîlokê Davut Gul li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîyar kir ku xebatên ji bo vekirina dibistanan temam bûne û dibistan wê di 13ê Adarê da vebin. Walîyê Edeneyê Suleyman Elban jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîroka vekirina dibistanan eşkere kir. Walî Elban, di peyama xwe de wiha got: “Weke ku berîya niha hatibû ragihandin, wê di 13’ê Adarê de li hemû sazîyên me yên pêşdibistan, seretayî û navîn perwerde destpê bike. Ji xwendekar, mamosteyên hêja û ji hemû civaka perwerdehîyê re saleke xwendinê ya serkeftî dixwazim."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.