NÛÇEYÊN KURDÎ

LI EDENEYÊ HEVSOREKÊN HDP’Ê JÎ DI NAV DE GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Edeneyê, di serdegirtinên Navenda Çandê ya Binevşê û malan de gelek kes hatin binçavkirin.

LI EDENEYÊ HEVSOREKÊN HDP’Ê JÎ DI NAV DE GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Edeneyê, di serdegirtinên Navenda Çandê ya Binevşê û malan de gelek kes hatin binçavkirin. Serdozgerîya Komarê ya Edeneyê lêpirsîna ku di derbarê Navenda Çandê ya Binevşê de kiribû hincet nîşan da û ji bo 38 kesan biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya lêpirsînê de, li Edene û Amedê di hin navnîşanan de operasyon hat lidarxistin Hat îdîakirin ku di serdegirtina malan de hinek kes hatine derbkirin û di malekê de lêgerîna tazî hatîye kirin. Piştê lêgerînan, Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş jî di nav de 35 kes hatin binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.