NÛÇEYÊN KURDÎ

LI EFRÎNÊ KOMÊN ÇEKDAR JI JINA KURD RE CEZAYÊ DARVEKIRINÊ DAN

Jina Kurd a ku li Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hatibû girtin, cezayê darvekirinê jê ra hat birrîn.

LI EFRÎNÊ KOMÊN ÇEKDAR JI JINA KURD RE CEZAYÊ DARVEKIRINÊ DAN

 

Hate hînbûn ku jina Kurd a bi navê Kevser Hemad a ku li Efrînê ya di bin kontrola komên girêdayê Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê (ANS) de ye ji alîyê komên çekdar ve hatibû girtin, cezayê "darvekirinê" lê hatîye birrîn.

Li gor nûçeya Rûdawê, hat zanîn ku Kevser Hemad ku 5 sal ji alîyê komên ser bi SMO ve di girtîgehê de mabû, cezayê darvekirinê û Leyla Yûsif jî 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn. Li gorê agahîyên ku li herêmê hatine tomarkirin, kesên çekdar 82 jin kuştine û îstîsmara zayendî li 78 jinan kirine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.