NÛÇEYÊN KURDÎ

LI EMÎNE ŞENYAŞARÊ DI DOZA HEQARETÊ DE CEZAYA PERÊ HAT DAYÎN

Nobeda Edaletê ya ku ji alîyê Malbata Şenyaşar ve, li ber Edlîyeya Rihayê hatîbû destpêkirin, di roja 455’an de berdewam dike.

LI EMÎNE ŞENYAŞARÊ DI DOZA HEQARETÊ DE CEZAYA PERÊ HAT DAYÎN

Nobeda Edaletê ya ku ji alîyê Malbata Şenyaşar ve, li ber Edlîyeya Rihayê hatîbû destpêkirin, di roja 455’an de berdewam dike.

Biryara yek ji 4 dozên ku di derbarê Emîne Şenyaşar de, ji ber gotinên wê yên di dema nobedê de, bi îdîaya "heqaretê” hatiye vekirin, hat eşkerekirin. Hat nirxandin ku di hevoka "Bêkokan zarokên min kuşt" de ku Şenyaşar di nobeda edaletê de gotibû, wateya "Bêkok" ji bo Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu hatîye gotin. Mehkeme ji Emîne Şenyaşarê re ji ber “heqareta” li Suleyman Soylu 5 hezar û 300 TL, ji ber “heqareta” li Halîl Îbrahîm Yildiz ê AKP’yî jî hezar û 740 TL ceza da. Hate hînbûn ku di derbarê Emîne Şenyaşar de, ji ber gotinên wê li ber edlîyeyê ku di rojeke “nedîyar” de kiriye, dozeke nû hatîye vekirin. Di derbarê Emîne Şenyaşar de ji ber gotinên wê yên di dema serdegirtinê de 16 lêpirsîn hatin vekirin û 5 jê veguherî dozê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.