NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ENQERÊ TEQÎN: 5 KESAN JÎYANA XWE JI DEST DAN

Li navçeya Elmadagê ya Enqerê teqînek di kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan de rûda, di teqînê de 5 kesan jîyana xwe ji dest dan.

LI ENQERÊ TEQÎN: 5 KESAN JÎYANA XWE JI DEST DAN

Li navçeya Elmadagê ya Enqerê teqînek di kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan de rûda, di teqînê de 5 kesan jîyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyarîyan îro di demjimêrên sibehê de li navçeya Elmadagê ya Enqerê piştê teqînê agir bi kargeheke berhemanîna teqemenî û roketan a girêdayê sazîya Pîşesazîya Makîne û Kîmyayê (MKE) ketîye ku sazîyeke serekî ya berhemanîna çek û teqemenîyan a Tirkîyê ye.

Piştê teqînê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê. Hejmareke zêde ya kesûkarên karkerên ku li wê kargehê kar dikin çûn ber derîyê kargehê.

Wezareta Berevanîyê derbarê bûyerê de daxuyanîyek da û got, “Di teqînê de 5 karkerên me şehîd bûne. Derbarê bûyerê de lêkolînên dadî û îdarî hatine destpêkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.