GÜNDEM

LI ERXENÎYÊ AGIRÊ KU DO BI ERDÊ KET, VÊ SIBEHÊ DÎSA GUR BÛ!

Li Erxenîyê bi şev agir ê ku bi erdê ket, hat kontrolkirin.

LI ERXENÎYÊ AGIRÊ KU DO BI ERDÊ KET, VÊ SIBEHÊ DÎSA GUR BÛ!

Li Erxenîyê bi şev agir ê ku bi erdê ket, hat kontrolkirin.

Lê danê sibehê careke din gurr bû. Li Taxa Degirmendere ya navçeya Erxenîya Amedê ji ber sedemeke nedîyar, di derdora demjimêr 02.00an ê şevê de agir bi erdê ket.

Tîmên Mudûrîyeta Daristanê ya bajêr ya Amedê, cenderme û tîmên şaredarîya Erxenîyê agir vemirandin.

Lê belê ji ber bayê ku li herêmê zêde bû, danê sibehê dîsa agir pê ket. Agirê ku li herêma çîya dest pê kir, xwe gihand qada niştecîhbûnê. Ji bo vemirandiba agir, xebat berdewam dikin.

Midûrê Karên Daristanê yê Amedê Davût Ayzît daxuyanî da û wiha got: “Şeva borî li taxa Degermendere ya navçeya me Erxenîyê, agîr bi mêrga taxê ket. Tîmên me agir kontrol kirin. Serê sibê dîsa şewat derket. Tîmên me mudaxele dikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.