NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ERXENÎYÊ “PIRTÛK QAFE 3” VEBÛ

Li navçeya Erxenîyê 'Pirtûk Qafe 3' ya ku çêkirina wî qedîya, ket xizmetê.

LI ERXENÎYÊ “PIRTÛK QAFE 3” VEBÛ

Sêyemîn Kafeya Pirtûkan a ku ji alîyê xwendekaran ve eleqeyek mezin dibîne, ji alîyê Midûrîyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredarîya Erxanîyê ve hat çêkirin û bi merasîmek hat vekirin.

 

Qeymeqam û Qeyûmê Şaredarîya Erxenîyê Ahmet Karaaslan di vekirina Pirtûk Kafe 3 de axivî û got, "Kafeya Pirtûk a 3'yemîn ku li kêleka DÎSKÎ ya Şaxa Erxenîyê li ser rêya Çermûgê ye. Pirtûk Kafe ji bo ciwanên li Taxa Îstasyonê û derdora wî dijîn wê gelek derfetên hînbûn, xebata bêdeng û civakbûnê bide wan.

3yemîn kafeya me ya Pirtûkan ji bo amadekirina îmtîhanên LYS, YKS û ezmûnên din, di hefteyê de 7 roj saet di navbera 08:00-22:00 de bi kompîtur, înternet, qada xwendina pirtûkan û qada xebatê ya ji 90 kesê re bi tewê mamosteyan vekirî ye. Ez hêvî dikim ku ji bo ciwanên me û malbatên wan sûdmend be."               

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.