NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ERXENÎYÊ SIWARE LI ZAROKÊ 3 SALÎ QELIBÎ Û JÎYANA XWE JI DEST DA!

Li navçeya Erxenîyê di qezaya ku pêk hat de zarokek jîyana xwe ji dest da.

LI ERXENÎYÊ SIWARE LI ZAROKÊ 3 SALÎ QELIBÎ Û JÎYANA XWE JI DEST DA!

Li navçeya Erxenîyê di qezaya ku pêk hat de zarokek jîyana xwe ji dest da.

Qeza li taxa Şîrînevler a navçeya Erxenîya Amedê pêk hat.

Zarokê 3 salî Muhammed Alî Gulsûn ê ku danê sibê bi hevalên xwe re dilîst, Siwareya tîcarî lê qelibî. Di encama qezayê de zarokê biçûk di bin siwareyê eciqî. Piştê ku malbatê rewş ragihand, tîmên tenduristîyê û polês sewqê cîhê bûyerê bûn. Alî Gulsûn ê ku bi giranî birîndar bû piştê mudaxeleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenîyê, sewqê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat kirin. Digel hemû mudaxeleyan zarokê 3 salî Muhammed Alî Gulsûn jîyana xwe ji dest da. Lêkolîna derbarê qezayê de hatibû dest pê kirin berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.