NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ERXENÎYÊ TIR Û TRAKTOR LI HEV QELIBÎN! 1 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Li Erxenîyê di qezaya ku TIR û traktorek li hev qelibîn de kesek jîyana xwe ji dest da.

LI ERXENÎYÊ TIR Û TRAKTOR LI HEV QELIBÎN! 1 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Li Erxenîyê di qezaya ku TIR û traktorek li hev qelibîn de kesek jîyana xwe ji dest da.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di qezaya ku di seatên sibê de li ser rêya Amed-Erxenî pêk hat, TIRa ku N.Î. diajot û ji Amedê diçû Erxenîyê, li traktora ku Ercan Cennet diajot qelibî.

Ji ber derba qezayê TIR barîyeran şikand û derbasê rêya hember bû û gêrê kêlaka rê bû. Ekîbên tenduristîyê yên sewqê cîhê qezayê kirin, dîyar kirin ku Ercan Cennet jîyana xwe ji dest daye.

Ajokarê TIRê yê birîndar N.Î. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenîyê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.