NÛÇEYÊN KURDÎ

“LI ERZÎNGANÊ JI SEDÎ 15Ê SINDOQAN BÊ ÎMZE BÛN E”

Serokê Giştî yê Partîya Veguherînâ Tirkîyeyê (TDP) Mustafa Sarigul ê ku li Erzinganê ji lîsteyên CHPê wek parlamenter hat hilbijartin, dîyar kir ku li Erzinganê ji sedî 15ê sindoqan îmzeya wan bi desta nehatibû îmze kirin.

Sarigul di bernameyeke Televîzyonê ya ku beşdar bûbû de wiha got, “Ez bi xemgînî radigihînim ku hefteya borî bi têra xwe li sindoqên dengdanê xwedî nehatîye derketin.

Erka partîyên muxalefetê ew e ku 191 hezar û 900 kesan li ser sindoqan wezîfedar bikin û îmzeyên bi desta hatine avêtin bidest bixin.

Ez di wê bawerîyê de me ku partîyên sîyasî bi xurtî dixebitin. Li Erzînganê ji sedî 85ê sindoqan em lê xwedî derketin.

Ji sedî 15 kêmasîya me hebû. Ez vê yekê wekî nirxandinek kesane dibêjim. Em ê vê Yekşemê hewl bidin ku kêmasîyên xwe sererast bikin.”  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.