GÜNDEM

LI EWROPA JI GERMÊ HEZAR Û 27 KES MIRIN

Pêla germa zêde ya ku ev demeke li ser Ewropayê bi bandore bû sedema mirina zêdeyê hezar kesan.

LI EWROPA JI GERMÊ HEZAR Û 27 KES MIRIN

Pêla germa zêde ya ku ev demeke li ser Ewropayê bi bandore bû sedema mirina zêdeyê hezar kesan.

Li Îngîlîstanê cara ewil ji ber germahîya zêde hişyarîya sor hat dayîn û rewşa awarte ya neteweyî hat ragihandin. Li Fransayê li 15 herêman alarma sor û li 51 herêman jî alarma pirteqalî hat dayîn. Li gor agahîya ku di BBC’yê de hat dîyarkirin ku li Îspanya û Portekîzê germahî gihîşt 47 pîleyê û heta niha 1027 kes jîyana xwe ji dest dane. Hat dîyarkirin ku piranîya mirîyan extîyar in. Rayedaran dîyar kirin ku dibe ku hejmara mirîyan zêde bibe û hişyarî dan ku heta ku hewce nebe dernekevin derve.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.