NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FÛARA XWRINÊ YA MEZEPOTAMYAYÊ NAVÊ AMEDSPORÊ HAT RAKIRIN

Tepsiya ku li ser Amedspor hatibû nivîsandin ji aliyê parêzvanê walîtîyê ve ji ser dezgeyê hat rakirin.

LI FÛARA XWRINÊ YA MEZEPOTAMYAYÊ NAVÊ AMEDSPORÊ HAT RAKIRIN

Fûara Xwarinê Herêmî ya Mezopotamyayê ku ji alîyê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Rêxistina Fûara Mezopotamyayê ve tê organîzekirin û 55 bajar beşdar dibin, li Navenda Kongre û Fûar a Navneteweyî ya Mezopotamyayê hat vekirin. Fûara ku îsal cara çaremîne tê lidarxistin wê di navbera 15-21ê Mijdarê de ji ziyaretvanan re vekirî be.

Walîyê Amedê Alî Îhsan Sû, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Borseya Bazirganîya Amedê (DTB) Engîn Yeşîl û mêvanê wî Şaredarê Bajarê Mezin ê Hatayê Lûtfî Savaş beşdarî fuarê bûn.

Li fuarê skandalek bû sedema bertekan. Li ser tepsiyên kadayîfê yên li dezgeya şêranîyê hatine rêzkirin, wek pêşnegeh navên saziyên cuda hatin nivîsandin. Tepsiya ku li ser Amedspor hatibû nivîsandin ji aliyê parêzvanê walîtîyê ve ji ser dezgeyê hat rakirin. Serokê Amedsporê û mêvanan paşê tepsîya kadayîfê ya ku Amedspor li ser nivîsîbû pêşkêşê Şaredarê Hatayê Lutfî Savaş ê ku wek mêvan beşdarê fuarê bûbû kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.