NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FARQÎNÊ OTOBUSA KU POLÎS TÊ DE BÛN QELIBÎ: 17 BIRÎNDAR

Li navçeya Farqîna Amedê di encama qelibîna otobusa ku polîs û bekçî tê de bûn 17 kes birîndar bûn.

LI FARQÎNÊ OTOBUSA KU POLÎS TÊ DE BÛN QELIBÎ: 17 BIRÎNDAR

Li navçeya Farqîna Amedê di encama qelibîna otobusa ku polîs û bekçî tê de bûn 17 kes birîndar bûn. Qeza, di wextê muxirb de li navçeya Farqînê li mewqîya Dar Kopruyê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otobusa ku polîs û bekçîyên taxê tê de bûn, ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir li ser rê qelibî. Hat hînbûn ku 17 kesên di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û hatin dermankirin. Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.