NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FARQÎNÊ PÎKAP JI KONTROLÊ DERKET Û GÊRÊ NAV ERD BÛ

Li Farqînê siwareya ku ajokarê wî kontrola dîreksiyonê winda kir ji kontrolê derket û qelibî nav erd.

LI FARQÎNÊ PÎKAP JI KONTROLÊ DERKET Û GÊRÊ NAV ERD BÛ

Li Farqînê siwareya ku ajokarê wî kontrola dîreksiyonê winda kir ji kontrolê derket û qelibî nav erd.

Qeza danê nîvro li ser rêya Amed-Farqînê li nêzê gundê Qeya Malê Mecît pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin ajokarê pîkapê kontrola dîreksiyonê winda kir û ji rê derket û gêrê nav zevîyê yên kêleka rê bû.

M.Y. û V.A. yên di pîkapê de bûn birîndar bûn. 2 kesên birîndar piştê midaxeleya ewil a ekîbên tenduristîyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.

Hat hînbûn ku xetereya jîyana birîndaran tune ye, derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.