NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FASÊ HEJMARA MIRÎYÊN DI ERDHÊJÊ DE DERKET 2 HEZAR Û 946AN

Hejmara kesên di erdhêja ku êvara 8ê Îlonê li Fasê pêk hat de jîyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 946an.

LI FASÊ HEJMARA MIRÎYÊN DI ERDHÊJÊ DE DERKET 2 HEZAR Û 946AN

Hejmara kesên di erdhêja ku êvara 8ê Îlonê li Fasê pêk hat de jîyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 946an.

 

 

Wezareta Karên Navxweyî ya Fasê ragihand ku di erdheja bi lerza 7an ya ku li Marakeşê pêk hat de, hejmara kesên ku jîyana xwe ji dest dan derket 2 hezar û 946an.

Di daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku hejmara kesên di erdhejê de birîndar bûne jî derket 5 hezar û 674an.

Hat ragihandin ku ji kesên di erdhejê de jîyana xwe ji dest dane 2 hezar û 944 kes hatine definkirin. Ji alîyê din ve hat dîyarkirin ku ji ber herikandina axê ku ji ber erdhejê derketîye, hin rê hêjî girtî ne û ji ber ku bi siwareyên motorê nikarin xwe bigihînin gundên dûr, bi keran alîkarîyê digihînin mexdûrên erdhêjê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.