NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FRANSAYÊ WEZÎRÊ EDALETÊ TÊ DARIZANDIN!

Li Fransayê Wezîrê Edaletê Eric Dupond-Moretti yê ku hêjî wezîfedar e, di dîroka komara 5’emîn de yekem car tê darizandin.

LI FRANSAYÊ WEZÎRÊ EDALETÊ TÊ DARIZANDIN!

Li Fransayê Wezîrê Edaletê Eric Dupond-Moretti yê ku hêjî wezîfedar e, di dîroka komara 5’emîn de yekem car tê darizandin.

Wezîr Dupond-Moretti wê di navbera 6-17ê Mijdarê de ji ber sûcên 'lihevnekirina berjewendîyan' û 'îstîsmarkirina peywirê' li Dadgeha Edaletê ya Komarê wê derkeve pêşberê dadger.

Dîwana Edaletê ya Komara Fransayê yekane sazî ye û xwedîyê desthilatê ye ku endamên hukûmetê ji ber sûc, an xeletîyên ku di dema pêkanîna wezîfeya xwe de dikin tên darizandin. Dadgeh bi giştî ji 24 parlementeran pêk tê ku 3 jê pispor, 12 cîgir û 12 endamên tam in. Dema ku wezîr serdema wezîfeya wan bi dawî dibû li vê dadgehê dihatin darizandin, lê ev cara yekeme ku Wezîr Dupond-Moretti di heyama ku li ser peywirê ye wê derkeve pêşbê dadgehê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.