NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GAZE’YÊ 16 HEZAR Û 500 ZAROK Û JIN HATINE KUŞTIN, BI HEZAR KESÊN WINDA HENE

Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê yên 90 rojan de 9 hezar û 730 zarok û 6 hezar û 830 jin jîyana xwe ji dest dan.

LI GAZE’YÊ 16 HEZAR Û 500 ZAROK Û JIN HATINE KUŞTIN, BI HEZAR KESÊN WINDA HENE

 

Di daxuyanîya Ofîsa Çapemenîyê ya Hikûmetê ya li Gazeyê de hat dîyarkirin ku li Gazeyê 7 hezar kes ku ji sedî 70yê wan jin û zarok in di bin xirbeyan da ne an jî winda ne.

Hejmara cesedên ku gîhîştîye nexweşxaneyan 22 hezar û 438 e û 57 hezar û 614 kes jî birîndar bûne.

Derbarê binpêkirinên Îsraîlê yên li ser beşa tenduristîyê, hate parvekirin ku 326 xebatkarên tenduristîyê û 42 karmendên parastina sivîl hatine kuştin.

Hat destnîşankirin ku ji 7ê cotmehê vir va li Gazeyê di êrîşên Îsraîlê da 106 rojnamevan jîyana xwe ji dest dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.