NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GAZE’YÊ DI 3 MEHAN DA 112 ROJNAMEVAN HATINE KUŞTIN

Hat ragihandin ku hejmara rojnamevanên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê dewam dikin de jîyana xwe ji dest dane derket 112an.

LI GAZE’YÊ DI 3 MEHAN DA 112 ROJNAMEVAN HATINE KUŞTIN

 

Hejmara rojnamevanên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê cotmehê vir ve li ser Şerîda Gazayê jîyana xwe ji dest dane ji yên ku li seranserê cîhanê di salên 2021 û 2022an de hatine kuştin zêdetir e.

Artêşa Îsraîlê ku zêdeyê 3 meh e ji bejahî, hewayî û behrê Gazeyê bombebaran dike, di êrîşan de 112 rojnamevan û sivîl jî qetil kirin.

Li Gazeya ku bi qasê 2,3 milyon Filistînî lê dijîn, di êrîşên Îsraîlê da zêdeyê 23 hezar Filistînî jîyana xwe ji dest dan û zêdeyê 59 hezar kes jî birîndar bûn. Ji kesên hatin qetilkirin herî kêm 10 hezar zarok û 7 hezar jî jin e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.