NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GOR ESASÊ MTV YA LÊ ZÊDEKIRÎ, KESÊN HEQÊ MTV’YÊ NEDIN WÊ NIKARIBIN SIWAREYA XWE BIFROŞ E

Serokatîya Îdareya Dahatê, derbarê dayîna qanûna baca MTV ya lê zêdekirî ku bi hejmara 7 hezar û 456an ya ku ji bo telafîkirina zîyanên aborî yên erdhêjê hatîye amadekirin, dîyar kir.

Li gor danezana ku di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hatîye weşandin, siwareyên ku roja destpêka rewacê ya qanûnê de qeyd û tescîlkirina wan heye û siwareyên ku cara ewil heta 31ê Kanûna 2023an wê bên qeydkirin, wê bi qasê mîqdara MTVya ku ji bo 2023an hatîye dîyar kirin, ji bo yek carê MTVya zêde bide.

Heta ku ev baca lê zêdekirî ya MTVyê neyê dayîn, wê karên vekşandina ji trafîkê, qeyda ji bo xurdekirinê û ji bo derxistina derveyê welat karê girtina qeyda tescîlê neyên birêvebirin.

Firotin an dewr kirina siwareyê, di dîrokek piştê dîroka weşana qanûnê de be jî, wê ji baca MTVya zêde mûaf neyê kirin wê mukelef bên hesibandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.