NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GOR TUÎK'Ê ENFLASYON JI SEDÎ 38, LI GORÎ ENAG’Ê JI SEDÎ 108 E

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) rêjeya enflasyonê ya meha Hezîranê eşkere kir. Li gor daneyên TUÎK'ê parve kirîye, enflasyona meha hezîranê wek 3,92, enflasyona 6 mehan wek 19,77, enflasyona salane jî wek 38,21 eşkere kir.

Li gorî TUÎK'ê enflasyon di 18 mehên dawî de di asta herî kêm de ye. Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) a ku ji alîyê akademîsyen û aborînasan ve bi awayekî serbixwe hatîye avakirin û di 3'ê Tîrmehê daneyên ku parvekirin bal dikişîne.

Li gor daneyên ENAG'ê di meha hezîranê de enflasyon 8,54, enflasyona 6 mehan ji sedî 50,53, enflasyona salane jî ji sedî 108,58 hatibû eşkere kirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.