NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HÊNÊ BI LERZA 4.2AN ERDHÊJ ÇÊBÛ!

Li navçeya Hênê bi lerza 4,2an erdhejek çêbû.

LI HÊNÊ BI LERZA 4.2AN ERDHÊJ ÇÊBÛ!

Li navçeya Hênê bi lerza 4,2an erdhejek çêbû.

Li gor agahîyên li ser malpera Serokatîya Rêveberîya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) li navçeya Hênê ya Amedê demjimêr di 15.25 xulekan de erdhejeke bi lerza 4,2an pêk hat.

Hat dîyarkirin ku erdhej 16,81 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.

Qeymeqamtîya Hênê daxuyanî da û dîyar kir ku li tevahîya navçeyê rewşeke neyînî tuneye û xebatên lêkolîna li qadê berdewam dikin.

Ji alîyê din ve li gor daneyên Rasatxaneya Kandîllîyê, hat ragihandin ku 20 xulek piştê erdheja 4.2an, li sînorê navçeya Hênê û navçeya Darahênê ya Çewlikê, erdhejeke din a bi pileya 2.9an pêk hatîye.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.