GÜNDEM

LI HÊNÊ TESTA HARBÛNÊ YA JI ÇÊLEKÊN MIRÎ HATIBÛ GIRTIN POZÎTÎF DERKET!

Encamên testa nimûneyên ku ji çêlekên li navçeya Hênê bi gumana nexweşiya harbûnê mirin, hatibûn wergirtin pozîtîf derket.

LI HÊNÊ TESTA HARBÛNÊ YA JI ÇÊLEKÊN MIRÎ HATIBÛ GIRTIN POZÎTÎF DERKET!

Encamên testa nimûneyên ku ji çêlekên li navçeya Hênê bi gumana nexweşiya harbûnê mirin, hatibûn wergirtin pozîtîf derket.

Li Taxa Kirimli ya navçeya Hênê ya Amedê di 16ê îlonê de kûçikê ku 2 çêlek gez kiribûn, ji ber gumana nexweşiya harbûnê rayedar hatibûn agahdar kirin.

Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajarê Amedê ji heywanên mirî nimûne wergirtin û şandin Midûriyeta Saziya Kontrola Veterînerê ya Elezîzê. Hat diyarkirin ku encamên testa harbûnê pozîtîf derketîye.

Midûriyeta Çandiniyê ya Amedê diyarkir ku hemû kûçikên taxê ji bo tedbîrê hatin berhevkirin û hat gotin: “Çewlik a ajalan di bin karantînayê de ye. Kontrola tenduristiyê hatîye kirin û heta niha ti rewşên bi guman nehatine dîtin. Wê karantîna heta 6 mehan bidom e."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.