NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HÊNEYÊ ZILAMEK BI ÇEKÊ HEVJÎNA XWE BIRÎNDAR KIR

Welatîyekî li Hêneyê, hevjîna xwe bi çekê bi giranî birîndar kir.

LI HÊNEYÊ ZILAMEK BI ÇEKÊ HEVJÎNA XWE BIRÎNDAR KIR

Welatîyekî li Hêneyê, hevjîna xwe bi çekê bi giranî birîndar kir. Bûyer, li Navçeya Hêne ya Amedê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin; Hat îdîakirin ku di navbera Ozcan Y.’yê ku li Midûrîyeta Polîsan a Hêneyê nobedarê şevê bû û hevjîna wî R.Y.’yê de nîqaş derketîye. Di nîqaşê de Ozcan Y. bi çekê hevjîna xwe birîndar kir û ji cîhê bûyerê revîya. R.Y.’yê ku ji serê xwe bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. Polîsan ji bo dîtina Ozcan Y. lêpirsîn da dest pê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.