NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HATAYÊ AVAHÎHÊN ERDHÊJÊ TÊ TESLÎMKIRIN

Xebatên malên ku TOKÎ ji bo mexdûrên erdhêjê yên li seranserê Hatayê ya ku ji ber erdhejên navenda wê Mereşê mexdûr bûbû çêkirine, dewam dikin.

LI HATAYÊ AVAHÎHÊN ERDHÊJÊ TÊ TESLÎMKIRIN

 

Xebatên malên ku TOKÎ ji bo mexdûrên erdhêjê yên li seranserê Hatayê ya ku ji ber erdhejên navenda wê Mereşê mexdûr bûbû çêkirine, dewam dikin.

 

Li navçeya Dortyol a Hatayê ji 352 xanîyên ku piştê erdhêja 6ê Sibatê dest bi çêkirina wan hat kirin, tê plankirin ku heta dawîya meha sibatê teslîmê kesên sûdmend bên kirin.

 

Qeymeqamê Dortyolê Ûmît Altay wiha got; “Li kampusa ku em tê de ne heta dawîya vê mehê wê 140 xanî bên teslîmkirin û heta dawîya meha sibatê wê bi tevahî 352 xanî biqede.

 

” Altay destnîşan kir ku li qada ku malên TOKÎ lê ne wê tesîsên civakî yên wekê park, dibistan û mizgeft jî hebin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.