NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HATAYÊ DI ERDHEJA DAWÎN DE 6 KESAN JÎYANA XWE JI DEST DAN

Hejmara kesên di erdheja ku duh bi şev li Hatayê pêk hat de jîyana xwe ji dest dan derket 6 kesan. Piştê erdheja ku navenda wê Mereş bû, gelek bajar wêran kir, do danê êvarê li Hatayê 2 erdhejên din ên bi mezinahîya 6.4 û 5.8 çêbûn.

AFAD'ê ragihand ku demjimêr 20.04'an de li navçeya Defne ya Hatayê bi lerza 6.4an erdhejeke ku kûrahîya wê 16.74 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat.

Piştê erdheja bi lerza 6.4an, qasê 3 xulekan demjimêr derdora 20.07an de li navenda Samandagê bi pileya 5.8 erdhejek pêk hat. Erdheja duyemîn jî 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li gor agahîyan di encama erdhejê de 6 kesan jîyana xwe ji dest dan. 18 kes giran bi tevahî 294 kes jî birîndar bûn.

Piştê erdhejan li herêmê gelek erdhejên bi çûk jî çêdibin. Amed, Edene, Dîlok, Kilîs, Semsûr, Riha û herêmên derdor ji ber erdhejê gelek bandor bûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.