NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HATAYÊ ŞEFÊ ŞANTÎYEYA ÎNŞAETÊ BI TIVINGÊ HAT KUŞTIN!

Li Hatayê kesê ku mala wî di hilweşandina bi kontrol de zirar dît, şefê şantîyeya înşaetê bi tivingê kuşt.

LI HATAYÊ ŞEFÊ ŞANTÎYEYA ÎNŞAETÊ BI TIVINGÊ HAT KUŞTIN!

Li Hatayê kesê ku mala wî di hilweşandina bi kontrol de zirar dît, şefê şantîyeya înşaetê bi tivingê kuşt.

Bûyer li Taxa Sanayî ya navçeya Dortyol a Hatayê pêk hat. Li navçeya Dortyol a ku di erdheja 6ê Sibatê de hilweşîneke mezin lê rû da, di heyama ku avahîya bixesar dihat hilweşandin, perçeyên molozên ku li dîwarê avahîya saxlem jî xisar dît.

Di dema ku piştê nîqaşa di navbera ekîbên hilweşandinê û xwedîyên avahîyê de derket, xebat hatin rawestandin. Yek ji niştecîhên avahîya ku xisar li dîwarê çêbûbû T.Ş, çû şantîyeyê û bi tivingê şefê înşaetê Mûstafa Açici kuşt. Hat ragihandin ku T.Ş piştê bûyerê hat binçav kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.