NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HERÊMA AMEDÊ DIRÛNA CEH Û GENIM BERDEWAM E

Li Amedê dirûna ceh û genim ê ku madeya xam a gelek berheman e û xwedî girîngîyeke stratejîk e, berdewam e.

LI HERÊMA AMEDÊ DIRÛNA CEH Û GENIM BERDEWAM E

Li Amedê dirûna ceh û genim ê ku madeya xam a gelek berheman e û xwedî girîngîyeke stratejîk e, berdewam e.

Yek ji navendên girîng yên çandinîyê li Tirkîyeyê herêma Amedê ye ku li gor nûçeya rojnameya Tîgrîsê tê dîyarkirin ku maşîneyên çandinîyê li navçeya Sûrê li ser zevîyên ceh û genim xebatên xwe yen dirûnê didomînin.

Cotkarekî taxa Mermerê yê bi navê Ozkan Yildirim, dîyar kir ku di donim de 850 kîlo berhem bi dest xistine û da zanîn ku rûyê cotkaran kêfxweş e.

Cotkar Mustafa Guzel jî dîyar kir ku ji ber teyrok êu barana zêde ya di van hefteyên dawîn de li Amedê barîya zirar dîtîye û destnîşan kir ku digel vê yekê jî berên wan baş in.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.